Mesrûr Barzanî: Em bi rêz û hurmet şehîdên Qeladizê û hemû şehîdên gelê Kurdistanê bibîr tînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê şehîdên bombebarankirina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê bibîr anîn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama xwe li Twitterê belav kir û tê de got: “Di salvegera her du karesatên bombekirina bajarê Qeladzeyê di sala 1974an û gulebarankirina raperîna 1982an de, em bi rêz û hurmet şehîdên Qeladzeyê û hemû şehîdên gelê Kurdistanê bi bîr tînin.”
لە ساڵڤەگەڕی هەردوو کارەساتی بۆردومانکردنی شاری قەڵادزێ لە 1974 و گوللەبارانکردنی ڕاپەڕینی 1982، بە شکۆوە یادی شەهیدانی قەڵادزێ و سەرجەم شەهیدانی گەلی کوردستان دەکەینەوە.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) April 24, 2023
هەمیشە لە یادمانن. pic.twitter.com/fXKM8FKE0Z
Di 24/4/1974an de rejîma Beisê bajarê Qeladizê û zanîngeha Silêmaniyê bombebaran kirin û di encamê de 163 kes ku ji wan 9 xwendekarên zanîngehê bûn, hatin şehîd kirin û nêzîkî 300 kesên jî birîndar bûn.
Salvegera bombebarana Qeladizê hevdem e ligel serhildana bajêr di 24/4/1982an de, li dijî rêjîma Beis a hilweşiyayî, ku serhildan bi guleyên rasterast li sivîlan hat tepeserkirin, di encamê de jî 2 jin hatin şehîdkirin û bi dehan kes jî birîndar ketin, ji bilî girtina bi sedan kesan.