Li 21 bajaran zêdetir ji 110 kesan hatin binçavkirin

Diyarbekir (K24) – Hat ragihandin ku danê sibê li 21 bajaran operasyonek binçavkirinê hat li darxistin. Li gorî zanyariyên çavkaniyên fermî 110 kes û li gorî çavkaniyên saziyên sivîl jî ji 150yî zêdetir kes hatine binçavkirin û navenda operasyonê jî Diyarbekir e.
Ji aliyê Dadgeriya Sizayê Silhê ya 3emîn a Diyarbekir ve operasyoneke binçavkirinê hat li darxistin.
Li gorî çapemeniya fermî ya dewletê 110 kes û li gorî çavkaniyên saziyên sivîl jî ji 150 zêdetir kesên navde hiqûqnas, hunermend, rojnameger, endamên saziyên sivîl û siyasetmedar jî hene hatine binçavkirin.
Ji ber ku qedexeya hevdîtinê ya parêzeran hatiye ragihandin hîn jî bi binçavkiriyan re hevdîtin pêk nehatiye û biryara nihênîyê jî bo dosyayê hatiye dayîn.
Derbarê operasyonan de Baroya Diyarbekir amaje kir ku pêvajoyek ku bi awayekî keyfî destêwerdana maf û azadiyan tê kirin heye û bi destê darazê saziyên sivîl wek hedef tên nîşandan, divê demildest sedemên binçavkrinê werin aşkerekirin û dawî li kiryarên derhiqûqî were anîn.
Cîgirê Serokê giştî yê HDPê Tayîp Temel jî amaje kir, di pêvajoya hilbijartinê de ji tirsa têkçûnê, operasyonên binçavkirinê hatin kirin.
Bajarên operasyon lê hatine kirin ev in: Diyarbekir, Sêrt, Mêrdîn, Dîlok, Bûrsa, Stenbol, Çewlig, Batman, Izmîr, Mêrsîn, Rûha, Wan , Şirnex, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Osmaniye, Sêwaz, Meletî, Enqere, Semsûr.