Namzedê parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Namzeda Parlamenteriyê ya bajarê Kocaeliyê ya Partiya Çep a Kesk Ayten Donmez, li bajarê Stenbolê di encama operasyoneke hêzên ewlehiyê de hatibû desteserkirin, piştî dadgehkirinê bi tohmeta endamtiya PKKê biryara zindanîkirina wê hate dayîn.

Di nivîsê de hat îddîakirin ku Ayten Donmez berê “Tevlî PKK’ê bûye û vegeriyaye”

Li ser vê yekê polîsan wêneyê du PKKyiyan nîşanî Ayten Donmez da.

Lê Ayten Donmez ev yek red kir û di îfadeya xwe de diyar kir ku ew zewicî ye û du zarokên wê hene.

Ayten Donmez bi îdiaya "endamê rêxistina terorê" li dozgeriyê der barê heman wêneyê da hat pirsîn. Serdozgeriyê daxwaza girtina Donmez kir û sewqî Dadgeriya Cezaya Sulhê kir.

Ayten Donmez piştî lêpirsîna ji aliyê dadger ve hat girtin.

Fly Erbil Advertisment