Artêşa Sûdanê bo K24: Em hemû cûre gotûbêjên ligel Hêzên Piştevaniya Bilez red dikin
Hewlêr (K24) – Berdevkê Artêşa Sûdanê Nebîl Ebdullah ji Kurdistan24ê re ragihand, ew hemû cûre gotûbêjên ligel Hêzên Piştevaniya Bilez red dikin heta ku ew çekên xwe deynin û dibêje: “Egera wê yekê heye ku agirbesta ku bi navbeynkariya Amerîka, Siûdiye û hejmarek welatan hatiye ragihandin, heta demeke zêdetir were dirêjkirin.”
Îro Şemiyê 29ê Nîsana 2023an, Berdevkê Artêşa Sûdanê Nebîl Ebdullah bi rêya pêwendiyeke telefonî ji Kurdistan24ê re ragihand, ew hemû cûre gotûbêjên ligel Hêzên Piştevaniya Bilez red dikin, "ji ber ku tiştê Hêzên Piştevaniya Bilez dike, derbeya li dijî artêşê ye û divê werin cezakirin".
Derbarê egera encamdana danûstandinan ligel Hêzên Piştevaniya Bilez de, Berdevkê Artêşa Sûdanê ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Heta wê dema ku Hêzên Piştevaniya Bilez çekên xwe daneynin, em ti cûre gotûbêj ligel wan nakin, biryar di destê wan de ye, bila werin çekên xwe radest bikin û bi awayekî aştiyane gotûbêjê bikin, yan bila di şer de berdewam bin, em ê jî bi hêzê, vê kêşeyê yekalî bikin, her çiqas ji bo ne xweş be jî.”
Roja Înê 28ê Nîsana 2023an, bi navbeynkariya Amerîka û Erebistana Siûdî, Artêşa Sûdanê rizamendî nîşan da ku agirbesta li Xertûma paytext û çend bajarên din, heta 72 demjimêran were dirêjkirin.
Berdevkê Artêşa Sûdanê Nebîl Ebdullah diyar kir, "egera wê yekê heye ku bi navbeynkariya Amerîka û Siûdiye û hejmarek welatên din, agirbesta ku di navbera Artêş û Hêzên Piştevaniya Bilez de, bo demeke zêdetir were dirêjkirin û em ligel wê yekê de ne ku kêşe bi gotûbêjan were çareserkirin, ne bi hêzê".
Nebîl Ebdullah li ser girtina balyozxaneyên hejmarek welatan li Xertûma paytext, diyar kir ku ji ber rewşa aloz, hejmarek welatan balyozxaneya xwe bi awayekî demkî girtine û niha hewl didin welatiyên xwe derxin, lê belê piştî arambûna rewşê, dê balyozxaneyên xwe vekin û vegerin ser karên xwe.
Ji 15ê vê mehê ve şerê navxwe di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez de dest pê kiriye, tevî ragihandina agirbesteke 72 demjimêrî di navbera aliyan de ji bo aramkirina rewşê, şer û pevçûn berdewam bûn.