Hejmarek namzedên Partiya Çep a Kesk û endamên ESP hatin binçavkirin

Girtin
Girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê hejmareke mezin endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û namzedên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk hatine binçavkirin.

Li bajarê Eskîşehîrê yê Tirkiyê hêzên asayîşê li dijî endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) operasyon kir û avêt ser malên wan. Di encamê de li wî bajarî 10 bergûmanên ESPê hatine binçavkirin.

Hat ragihandin ku operasyon di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li 8 bajaran bi rê ve diçe û hejmareke mezin endamên ESPê û namzedên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk hatine binçavkirin ku di nava wan de Hevserokê ESPê Şahîn Tumuklu jî heye.

ESP yek ji pêkhateyê Partiya Çep a Kesk e.

Kesên binçavkirî bi wê yekê tên tohmatbarkirin ku pêwendiyên wan bi Partiya Komûnîst a Marksîst-Lenînîst (MLKP) ve heye.

Fly Erbil Advertisment