Ji ber aloziyên li Sûdanê hişyariya krîzeke mirovî tê dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) hişyarî da ku tundûtûjiya li Sûdanê, dikare bibe sedema krîzeke mirovî li seranserî rojhilatê Afrîkaya.

Rêveberê Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) Martin Frick ji Ajansa Çapemeniya Almanî (DPA) re ragihand, beriya şer û pevçûnan, sêyeka nifûsa Sûdanê ji ber kêmxwarinê dinalî, niha kêmbûn di her tiştî de heye û nirxê xwarinê gelekî zêde bûye.

Got jî, Jji destpêka şerê Sûdanê ve, hem Çad û hem jî Sûdana Başûr pêşwaziya bi hezaran koçberan sûdanî kirine.

Diyar kir jî, li başûrê Sûdanê ku li hin cihan lehî û li hin cihên din hişkesalî heye, nirxê xwarinê ji sedî 28 zêde bûye.

Bernameya Xwarinê ya Cîhanê diyar kir, ji ber şer û pevçûnan li Sûdanê pêwîstiya 7.6 mîlyon kesan bi alîkariyan hene.

Şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û hêzên Piştevaniya Bilez de ketine hefteya xwe sêyemîn û di encamê de heta niha zêdetirî 500 kesan canê xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Fly Erbil Advertisment