Li Stenbolê di Roja Cîhanî ya Karkeran de 39 kes hatine binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Stenbolê di merasîma 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran de 39 kes hatine binçavkirin.
Bi pêşengiya Konfedresyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger û bi beşdariya dehhezaran karkeran 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran li Stenbolê tê pîrozkirin.
Peyamnêrê K24ê li Stenbolê da zanîn, hêzên ewlehiyê li bajarê Stenbolê destêwerdana komên ku dixwestin derkevin meydana Taksîmê da ku Roja Karkeran pîroz bikin, kirin û di encamê de 39 kes binçav kirin.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ev 10 sal in meydana Taksîmê ji bo ahengên Roja Karkeran qedexe kiriye û her sal bi dehan kesên ku li dijî vê biryarê derdikevin û hewl didin Roja Karkeran li meydana Taksînmê pîroz bikin tên binçavkirin.
Meydana Taksîmê ji bo partî û rêxistinên çep û sendîka û saziyên sivîl ên Tirkiyê cihekî sembolîk û dîrokî ye.