Artêşa Iraqê: Hejmara çekdarên DAIŞê li Iraqê kêm bûye

Hikûmeta Iraqê ragihand, êrîşên çekdarên rêxistina DAIŞê di dema borî de bi awayekî berçav kêm bûye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Iraqê ragihand, êrîşên çekdarên rêxistina DAIŞê di dema borî de bi awayekî berçav kêm bûye û êrîşên wan ên ser veşargehên wan ziyaneke mezin gihandine wan.

Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Artêşa Iraqê Tehsîn Xefacî ragihand, hejmara terorîstên ku li Iraqê hene, gelek kêm e, ev jî ji ber êrîşên asmanî û operasyonên ku hêzên ewlehiyê encam didin, cara yekem di nava 17 salên borî de, meha Remezanê û cejn bêyî bûyera terorîstî derbas bû.

Tehsîn Xefacî diyar kir, terorîstan li navçeyên çiyayî û cih û erdnîgariyên dijwar wek Geliyê Zîxaytûn, Geliyê Şay û rêzeçiyayên Hemrînê, li parêzgehên Diyale û Kerkûkê, herwiha biyabana Enbar û başûrê rojavayê Neynewayê, xwe vedişêrin.