Iraqê helwesta xwe li ser vegera Sûriyê bo Komkara Erebî ragihand
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ragihand, Iraq helwesta xwe derbarê girîngiya vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî de nû dike.
Hewlêr (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ragihand, Iraq helwesta xwe derbarê girîngiya vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî de nû dike.
Ehmed Sehaf eşkere kir: “Roja Yekşemê 7ê Gulana 2023an civîna Komkara Welatên Erebî li ser asta wezîrên derve bi beşdariya Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên, ji bo gotûbêjkirina mijarên Sûriye û Sûdanê dê birêve biçe.”
Sehaf diyar kir, Iraq helwesta xwe li ser pirsa Sûriyê nû dike li gel girîngiya vegera wê bo Komkara Erebî, bi vê yekê asayîş û seqamgîriya welat dê bihêztir bibe, herwiha derbarê Sûdanê de jî got: “Em gotûbêjan wek rêya çareseriyê dibînin ji bo bidawîanîna vê rewşa niha ya Sûdanê.”