Yadîgeha Niştimanî ya Barzanî tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna bi dehan serkirde û kesayetiyên Kurdistanî, Iraqî û biyanî, Yadîgeha Niştimanî ya Barzanî tê vekirin.
Peyamnêrê K24ê ragihand, îro bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî û amadebûna bi dehan serkirde, kesayetî û dîplomatên Kurdistanî, Iraqî û biyanî, îro li devara Barzan Yadîgeha Niştimanî ya Barzanî tê vekirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî di pêşwazîkirina mêvanên vekirina Yadîgeha Niştimanî ya Barzanî de di gotarekê de got: “Ev muzexane çîroka gelê me vedibêje, ku me ji kû ve dest pê kir û em îro li kû ne.”
Her wiha got: “Barzan herî kêm 16 caran wêran bû û careke din hate avakirin.”