Rûmal

Partiyên siyasî û saziyên sivîl bala xwe dane ser ewlehiya sindoqan

Ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê êdî bengeşeya partiyên siyasî berev bi dawîbûnê ne û mijara di rojevê de ewlehiya sindoqan e.

Enqere (K24) - Ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê êdî bengeşeya partiyên siyasî berev bi dawîbûnê ne û mijara di rojevê de ewlehiya sindoqan e. Ji bo wê yekê li gel partiyên siyasî saziyên sivîl jî bo ewlehiya sindoqan platform ava kirine. Rayedarên platforê didin zanin ku li deverên erdhejê û ser sindoqan agahiyên metirsîdar hene û çavdêriya sindoqan girîng e.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 60 milyon dengder mafê wan yên dengdayînê heye û dê 14ê Gulanê li ser 190 hezar 736 sindoqan dengdayîn bê kirin.

Tifaq Cumhur ya deshilatê li ser sindoqan 3 milyon kesî Tifaqa Milet ya muxalefetê jî 562 hezar kesî ser sindoqan erkdar dikin û ragihandin ku ev sal û nîve bo ewlehiya sindoqan kar dikin. Li gel van hemû amadekariyan komeleya çavdêriya mafên hevpar jî bo parastin û ewlehiya sindoqan platforma serbixwe ya çavdêriya hilbijartinê ava kir.

Serokê Platforma Serbixwe ya Çavdêriya Hilbijartinê Nejat Taştan ji K24ê re diyar kir: “Hemû civak behsa ewlehiya hilbijartinan dike ev rewşekî xeternake. Taybetî li deverên erdhejê bajarên wek Semsûr, Meraş, Hetay û Dîlokê hejmarek zêde ya dengderan koç kirine an jî canê xwe ji dest dane. Lijneya Bilind ya Hilbijartinê rêjeya dengderên canê xwe ji dest dane eşkere nekir.  Li 10 bajarên devera erdhejê bi egereke zêde di şûna dengderên canê xwe ji dest dane dê deng bê bikaranîn. Êmê zêdetir li wê derê çavdêriyê bikin.”

Parêzer û endama baroya Enqerê Arzu Kurt jî ku di nava vê palatformê de cîh digre dide zanîn roja hilbijaritnê ser sindoqan çend armancên wan hene û gûmana dizîna dengan zêde ye.

Arzu Kurt ji K24ê re diyar kir: “Armanca me ya sereke ew e ku hilbijartineke demokratîk, adilane û ewle derbas bikin û hewl bidin herkes bi rehetî xwe bigihîne encama hilbijartinan. Li qadê 400 çavdêrên me yên serbixwe hene. Me aplîkasyonek jî amade kiriye û li ser kîjan sindoqê dizî an ku bêhiqûqiyek çêbe dê yekser ser vê aplîkasyonê bê ragihandin. Herwiha emê piştî hilbijartinan jî rewşa li qadê bişopînin.”

Herwiha roja hilbijartinê Konseya Ewropayê û Rêxistina Hevkarî û Ewlehyê ya Ewropayê AGÎT jî dê bi 450 çavdêran hilbijartinên Tirkiyê bişopîne. Herwiha 81Baroyên tirkiye û bakur jî li ser her sindoqekê parêzerekê erkdar dikin.

81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdisanê dengên ku tên bikaranîn dê şaxên bajaran yên Lijneya Bilind ya Hilbartinê bên komkirin û encamên hilbijartinê yên destpêkê û fermî jî dê ji aliye Lijneya Bilind Ya Hilbijaritnê ve bên ragihandin.