Li Tirkiyê karmendekî ser sindoqan ji ber krîza dil canê xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Şeref Kurt ku li navçeya Pazar a Rîzeyê karmendê sindoqê bû, ji ber krîza dil canê xwe ji dest da.
Li gor zanyariyan, Şeref Kurt ê ku ji bo Hilbijartinên Serokomarî û Parlamenteriyê yên 2023an hatibû erkdarkirin, dema li ser erkê xwe bû krîza dil derbas kir.
Kesên ku bi Kurt re bûn, serî li servîsa lezgîn a 112 dan. Piştre tîmên tenduristiyê gihîştin cihê bûyerê, alîkariya destpêkî dan Kurt û bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kaçkarê.
Li gel hemû destêwerdanên li nexweşxaneyê hatin kirin jî, Kurt nehat rizgarkirin û canê xwe ji dest da.