Rêwaz Fayiq: Divê em hemû hewl bidin hilbijartin di dema xwe de bên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Parlamentoya Kurdistanê derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de dibêje, tiştek ji berjewendiyên gelê Kurdistanê mezintir nîne û divê her kes hewl bide ku hilbijartin di dema xwe de pêk werin.

Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq berî destpêkirina civîna Parlamentoyê ji rojnamevanan re ragihand, ew hêvî dikin li ser madeyên yasaya hilbijartinan li hev bikin.

Rêwaz Fayiq got: “Pêwîst e hemû alî hewl bidin ku hilbijartin di dema xwe de bên lidarxistin, ji ber ku ti tiştek ji berjewendiyên gelê Kurd mezintir nîne.”

Seroka Parlamentoya Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir ku divê hemû hêzên siyasî amade bin ku ji hin daxwazên xwe dakevin, da ku di xalekê de bigihin hev.

Parlamentoya Kurdistanê îro dicive û li gorî bernameya Desteya Serokatiya Parlamentoyê, dê çend projeyasayên derbarê destjikarberdana çend parlamenteran de bên xwendin û dengdan were dayîn.

Fly Erbil Advertisment