Serokê Ukraynayê: Em ji bo vegerandina axa xwe şerê xwe didomînin
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand, Ukraynayê dest bi şer nekiriye û êrîşî welatekî din nekiriye.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand, Ukraynayê dest bi şer nekiriye û êrîşî welatekî din nekiriye û got: “Em xwe radest nakin û em xwe ji bo ti dagirkeriyeke biyanî natewînin, em ji bo vegerandina axa xwe şerê xwe didomînin.”
Roja Înê 19ê Gulana 2023an, di Lûtkeya Serkideyên Komkara Erebî de Volodimir Zelensky gotarek pêşkêş kir û ragihand, ji bo aştî û vegera aramiyê bo welatê wî, dest bi gereke serdana welatên cîhanê kiriye.
Volodimir Zelnsky di axaftina xwe de banga parastina gelê xwe û parastina misilmanên ku li welatê Ukraynayê dijîn, kir.
Zelensky got: “Xelkê Ukraynayê şer hilnebijartiye. Me êrîşî ser welatekî din nekiriye. Em xwe radest nakin û em xwe ji bo dagirkeriya biyanî natewînin. Em ji bo vegerandina axa xwe şerê xwe didomînin.”
Di 24ê Sibata 2022an de, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî ser axa Ukraynayê hat kirin û ji ber vê, bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatin kuştin û bi milyonan xelkê Ukraynayê jî awareyî welatên Ewropayê bûn, şer heta niha jî berdewam e.