Hîwa Geylanî: Ji bo hilbijartin were kirin PDKê dest ji gelek xalên girêdayî xwe berdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PKK) dibêje, PDKê ji bo ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werin kirin, dest ji gelek xalên ku girêdayî wê ye berdaye. Herwiha got: “Em geşbîn in ku di demek nêzîk de ligel YNKê li ser hilbijartinan lihev bikin.”
Endamê Komîta Navendî ya PDKê Hîwa Geylanî ji K24ê re ragihand, pirsa helbijartinan, babeta sereke ya kombûna îro ya her du şandên PDK û YNKê ye û ew geşbîn in ku li ser pirsa helbijartinê li gel YNKê bigihin rêkeftina dawî.
Derbarê lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, Hîwa Geylanî got, derbarê hilbijartinan û pirsa pêkhateyan de gavên baş hatine avêtin û li gel YNKê û piraniya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, têgihiştineke baş heye.
Got jî: “Em wek Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dixwazin hilbijartinên Parlamentoyê bên kirin û em têdigihin girîngiya hilbijartinan ji bo Herêma Kurdistanê; Em di wê baweriyê de ne ku di endamdana hilbijartinan de em hemû serketî ne, ji ber wê jî me li ser hemû xalên ku me eleqedar dikin, tawîz dane, da ku hilbijartin were kirin.”
Îro Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê dicivin û derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de gotûbêjan dikin.
Ev civîna PDK û YNKê piştî wê yekê tê, roja 16ê vê mehê şanda her du partiyan li baregeha Polîtburoya YNKê li Silêmaniyê civiyan û di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, “Her du alî biryar dan ku weke tîmekê kar bikin û zincîreyek civînên din jî bikin ji bo dabînkirina atmosfereke libar di warê qanûnî û siyasî de, bo encamdana hilbijartinan û rûbirûbûna kêşeyên ku li herêmê hene.”