Encamên civîna PDK û YNKê: Li ser gelek mijaran hevtêgihiştinek erênî hebû

Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna polîtburoya PDK û YNKê li Hewlêrê bidawî bû û herdu aliyan di daxuyaniyeke hevbeş de ragihand, “hevtêgihîştineke erênî li ser gelek mijaran heye.”
Îro Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de li Hewlêrê civiyan.
Piştî civînê û PDK û YNKê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin tê de ragihandin, “Di hevdîtinê de li ser encamdana hilbijartinan di dema xwe de, pêwendiyên YNK û PDK û çend mijarên din ên girêdayî rewşa Herêma Kurdistanê gotûbêj hatin kirin.”
Li gorî daxuyaniya hevbeş, “Li ser gelek mijaran hevtêgihiştinek erênî hebû.”
Amaje bi wê yekê jî hate kirin, “Hin mijarên din ên ku pêwîstiya wan bi guftûgoyên zêdetir heye, dê di civînên pêş de biryarên pêwîst li ser werin dayîn.”
Ev civîna PDK û YNKê piştî wê yekê tê, roja 16ê vê mehê şanda her du partiyan li baregeha Polîtburoya YNKê li Silêmaniyê civiyan û di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, “Her du alî biryar dan ku weke tîmekê kar bikin û zincîreyek civînên din jî bikin ji bo dabînkirina atmosfereke libar di warê qanûnî û siyasî de, bo encamdana hilbijartinan û rûbirûbûna kêşeyên ku li herêmê hene.”
Piştî destpêşxeriya Serok Mesûd Barzanî ya ji bo diyalog û yekxistina navmala Kurdî, civîn û danûstandinên di navbera partiyan bi taybetî YNK û PDKê de, ji bo encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de hatin kirin.
Di vê çarçovê de jî, roja Înê 19ê Gulana 2023an, her du dezgehên helbijartinan yên PDK û YNKê, li ser pirsa sererastkirina yasaya hilbijartinan û aktîvkirina Komîsyona Bilind a Helbijartin û Rapirsiyê bi Seroka Parlamento û Cîgirê Seroka Parlamentoyê civiyabûn.