Fraksiyona PDKê: Komîsyona Bilind a Hilbijartinan bi piraniya dengan hat aktîfkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Kurdistanê bi dengê 58 palamenteran, Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Kurdistanê ji nû ve aktîf kir.
Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramî ji K24ê re ragihand, Komîsyona Bilind a Hilbijartinan bi 58 dengan hat aktîfkirin.
Got jî: “Bi pêngava îro, nîqaşên li ser kê alîgirê kirin an nekirina hilbijartinan e bi dawî hat.”
Derbarê aloziyên li parlamentoyê de jî Pêşewa Hewramî got, ew wek karekî asayî yê parlamentoyê dibînin û got: “Bûyerên wiha li di nava parlamentoyê de rû didin.”
Parlamentoya Kurdistanê îro civiya û xaleke rûniştinê jî, aktîvkirina Komîsyona Bilind a Hilbijartinan bû.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, Serokê Parlamentoyê, fraksiyonên YNK û Tevgera Goranê beşdarî civînê nebûn û li hola parlamentoyê alozî derket.