Serokwezîr ligel berpirsên îdareya herdu qezayên Akrê û Berdereş civiya
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê 22ê Gulanê, serdana bajarê Akrê kir û bi amadebûna Parêzgarê Duhokê, ligel Qaymeqam û Rêveberên herdu qezayên Akrê û Berdereş civiya.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê 22ê Gulanê, serdana bajarê Akrê kir û bi amadebûna Parêzgarê Duhokê, ligel Qaymeqam û Rêveberên herdu qezayên Akrê û Berdereş civiya.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi girîngî û dewlemendiya deverê ji aliyê çandinî û geştûguzariyê ve kir, ku devereke stratejîk e û her sê parêzgehên Duhok, Hewlêr û Mûsilê bi hev ve girê dide.
Mesrûr Barzanî tekez kir ku piştî destbikarkirina Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi zêdetirî 257 milyar dînar, çendîn projeyên girîng di vê navçeyê de hatine encamdan û di bernameyê de jî projeyên din têne cîbicîkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê berpirsên navçeyê raspart ku hemû hewlên xwe bidin ji bo ku bi awayê herî baş, xizmeta nişteciyên navçeyê bikin.



