Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan: Amadekariya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dest pê dike
Hendirên Mihemed ragihand, biryara fermî ya Parlamentoya Kurdistanê li ser aktîvkirina Encûmena Komîsyaran gihîştiye wan û ew jî dest bi amadekariyên encamdana hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê dikin.

Hewlêr (K24) – Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Hendirên Mihemed ragihand, biryara fermî ya Parlamentoya Kurdistanê li ser aktîvkirina Encûmena Komîsyaran gihîştiye wan û ew jî dest bi amadekariyên encamdana hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê dikin.
Îro Sêşemê 23ê Gulana 2023an, Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Hendirên Mihemed li ser aktîvkirina Encûmena Komîsyaran ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve û amadekariyên ji bo encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, mêvanê bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû.
Hendirên Mihemed biryara Parlamentoya Kurdistanê ya li ser aktîvkirina Encûmena Komîsyaran wek pêngaveke girîng bi nav kir û got, aktîvkirina komîsyonê daxwaza Neteweyên Yekgirtî û hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bû.
Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê derbarê amadekariyên komîsyonê bo birêveçûna hilbijartinan de got: “Ev biryar dibe sedema wê yekê ku komîsyon dest bi amadekariyên ji bo encamdana hilbijartinan bike. Amadekarî di destpêkê de darayî û îdarî dibin, heta digihîje roja hilbijartinan, çimkî divê çavekî me jî li ser parlamentoyê jî be, heta niha gotûbêj di navbera aliyên siyasî de li ser mijara hilbijartina û şêwaza birêveçûna wê, berdewam in. Tiştê niha li ser komîsyonê ye, dest bi amadekariyên birêveçûna hilbijartinên xula şeşem a parlamentoyê bike.”