Partiya Zafer piştgiriya xwe ji bo Kilçdaroglu nîşan da

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Zafer a Tirkiyê piştgiriya xwe ji Kemal Kalçdaroglu re di gera duyem a hilbijartinên serokomariyê de ragihand.

Serokê Partiya Zafer Ûmît Ozdag piştgiriya xwe ji bo namzedê Serokomariyê Kemal Kiliçdaroglu di gera duyem a hilbijartinan de nîşan da.

Hilbijartinên Tirkiyê roja 14ê Gulanê hatin kirin û ji ber ku ti namzedekî ((%50+1) bidest nexist, gera duyem a hilbijartina serokomariyê Tirkiyê dê roja 28ê Gulanê were kirin.

Di gera duyem de, Recep Tayyîp Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu hevrikiyê dikin.

Partiya Zafer, partiyeke neteweperest û Atatûrkî ye û di hilbijartinan de ji sedî 2.2 deng anîbû. Namzedê wê ya Serokomariyê Sînan Ogan piştî ku di gera yekem de biser neketibû, ji bo gera duyem piştgiriya Erdogan dike. 

Fly Erbil Advertisment