PDK Şoreşa Gulanê li Gelale bibîr tîne

Gundê Gelale - Wêne: Heval Mela / K24
Gundê Gelale - Wêne: Heval Mela / K24

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya Şoreşa Gulanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi amadebûna hejmarek ji endamên Polîtburo û Komîteya Navendî û kesayetiyên navçeyê, ahengeke cemawerî li navçeya Gelale ya ser bi devera Balekayetî lidar dixe.

Berpirsê Liqê 26 ê Gulanê yê PDKê Kurmanc Izet ji K24ê re ragihand, îro demjimêr 15.00, Şoreşa Gulanê bi ahengeke cemawerî tê bibîranîn û di ahengê de çendîn çalakiyên curbicur tên kirin.

Wêneyek arşîvî ya Gehale dema ku serkirdatiya şoreşê lê bû

Kurmanc Izet got jî: Li ser pêşniyara Serok Barzanî, Gelale bo bîranîna Şoreşa Gulanê hatiye diyarkirin, ji ber ku ew Gelale demekê serkirdayetiya şoreşê û Kurdayetiyê bû.”

Her wiha got: “Amadekariyên merasîmê temam bûne û gelek endamên Polîtburo û Komîteya Navendî û her wiha Pêşmergeyên şoreşên Îlon û Gulanê, kadro û endamên PDKê yên li navçeyên cuda û gelê Herêmê jî tê de beşdar dibin.”

Wêneyek arşîvî ya Gehale dema ku serkirdatiya şoreşê lê bû

Şoreşa Gulanê (26ê Gulana 1976) ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Serok Barzanî li dijî hikûmeta Beisê li başûrê Kurdistanê dest pê kir û heta serhildana bihara sala 1991ê berdewam kir.

Serok Mesûd Barzanî di pêşgotina Birgê Çarem ê pirtûka xwe ya bi navê “Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd” de nivîsîbû, her çend e destpêkirina şoreşê piştî niskoya sala 1975’an ne karekî hêsan bû jî, ji bo gelek kesan hîn ne xeyal bû, lê bi destpêkirina Şoreşa Gulanê re, ev rastî çespand ku bawerî û îrade di ser her tiştî re ye û ti astengî nikare pêşiya vîn û baweriyê bigire.

Fly Erbil Advertisment