Rûsyayê bi dronan êrîşî Kîevê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li paytexta Ukraynayê, Kîevê kesekî sivîl di êrîşeke asmanî ya Rûsyayê de hat kuştin.
Şaredar Kîevê Vîtalî Klîçko ragihand, Rûsya bi dronan êrîşî ser bajêr kir û di encamê de kesek hate kuştin û jinek jî birîndar bû.
Şaredarê Kîevê amaje bi wê yekê jî kir, li taxa Holosevsky agir bi navenda kompanyayekê ketiye.
Ji aliyê xwe ve Berpirsên Rêveberiya Leşkerî ya Kîevê ragihandin ku di dema êrîşê de wan 40 dronên Rûsî xistine xwarê.
Ev êrîşa sibeha roja Yekşema dawîn a Gulanê di demekê de ye, Kîev salvegera damezrandina xwe ya fermî ya 1541 sal berê bibîr tîne.
Êrîşên dronên Rûsyayê li ser Ukraynayê di hefteyên dawî de zêde bûne.