Erdogan banga beşdariya di proseya dengdanê de ji welatiyan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Cumhur, Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, ji bo hilbijartinên Serokkomariyê dengê xwe da.
Erdogan piştî dengdayîna ya li Ûskudarê daxuyanî da û wiha got: “Ji ber ku tenê du namzed hene, dê dengên xelkê me gelek bilez werin hejmartin.”
Erdogan got jî: “Di dîroka demokasiya Tirkiyê de, ev e yekem car e ku hilbijartinek ji du geran pêk tê û di dîroka cîhanê de jî li çi welatî rêjeyeke beşdariyê ya nêzikê ji sedî 90 nehatiye dîtin.”
Her wiha got: “Tirkiye têkoşîna xwe ya demokrasiyê bi vê rêjeya beşdarbûnê gelek bi ciwanî da. Ez bawer im dê îro jî bi heman awayî vê têkoşînê bide. Ez ji welatiyên xwe dixwazim bila xwe sist nekin û beşdarî hilbijartinê bibin.”