Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilind a Tevgera Îslamî ya Kurdistanê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 28ê Gulana 2023an pêşwazî şandeke bilind a Tevgera Îslamî ya Kurdistanê bi serokatiya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî Îrfan Elî Ebdulezîz kir.

Di hevdîtinê de, dawî pêşhatên siyasî yên Iraq û navçeyê û pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de hatin guftûgokirin. Her wiha ronahî hate xistin ser rewşa siyasî û navxweyî ya Herêma Kurdistanê, pêwîstiya encamdan hilbijartinan û pabendbûna bi nirx û pirensîpên bilind û mijarên ku xwedî rehendên niştimanî ne.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo helwestên niştimanî û dîrokî yên Tevgera Îslamî ya Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan de kir.

Fly Erbil Advertisment