Duhok.. Ahenga derçûna xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê dest pê kir

Bi amadebûna berpirsên herdu hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê, ahenga derçûna xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê dest pê kir.

Duhok (K24) – Bi amadebûna berpirsên herdu hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê, ahenga derçûna xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê dest pê kir.

Beriya demeke kin, bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, ahenga derçûna xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê dest pê kir.

Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya li Duhokê ji sala 2014an ve hatiye damezrandin û ji çendîn beşên cuda pêk tên, wek; bazirganiya kar, zanista komputerê, dîzayna navxwe, siyaseya giştî, medya û pêwendiyan.

Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya li Duhokê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ve bawernameya wê tê nasîn û yek ji zanîngehên asta bilind û naskirî yên Iraq û navçeyê ye.

Zimanê xwendinê li zanîngehê Îngilîzî ye û bi sîstema "hunera azad" xwendekaran perwerde dike, ku ji pêşkêşkirina çendîn kursên cûr bi cûr ên zaninstên mirovî û sirûştî pêk tê, ku ev sîstem li Amerîkayê belav bûye.

 

 

 

 

Fly Erbil Advertisment