Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê piştî hilbijartinan îro dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê îro dicive. Li gor zanyariyan hemû endamên kabîneyê dê werin guhertin. Kabîneya nû piştî civîna Parlamento û sundxwarina parlamenteran dê were eşkerekirin.

Piştî bidawîbûna hilbijartinên Tirkiyê, Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê bi Serokatiya Serokomar Recep Tayîp Erdogan dê îro demjimêr 3:30 bicive.

Li gor nûçeyên medya Tirkiyê, eger e hemû wezîrên kabîneyê bêne guhertin

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk da xuyakirin, Komîsyona Bilind a Hilbijartinê hîn encamên fermî yên hilbijartina serokkomariyê ranegihandine, ji ber vê egereke mezin heye, piştî sûnda parlamenteriyê, kabîneya nû were ragihandin.

Xula 28emîn a Parlamentoya Tirkiyê dê roja Înê 2’ê Hezîranê bicive û parlamenterên hatine hilbijartin, dê sûnda yasayî bixwin.

Fly Erbil Advertisment