Kabîneya nû ya Hikûmeta Tirkiyê yekemîn civîna xwe dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Kabîneya nû ya Hikûmeta Tirkiyê yekemîn civîna xwe îro dike û mijara sereke ya civînê, rewşa aborî ye.
Piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja 3ê Hezîranê kabîneya xwe ya nû ragihand, kabîneya nû îro 6ê Hezîrana 2023an bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, yekemîn civîna xwe îro dike.
Li gor zanyariyan, di civînê de dê pirsa zêdekirina mûçeya fermanberan bo 22 hezar lîreyî û îkramiyeya bo xanenişînan were gotûbêjkirin. Her wiha Wezîrê Gencîne û Darayî Mehmet Şîmşek dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên aboriyê, berbameyeke aboriyê pêşkêş bike.
Şer û operasyonên li dijî PKKê û endamtiya Swêdê bo NATOyê jî mijarên din ên civînê ne.