Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê derbarê pişka Kurdistanê ji budceyê dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê derbarê pişka Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê di civînê de ye û çend berpirsên Kurd ên Hikûmeta Iraqê jî di civînê de beşdar in.

Li gor zanyariyên K24ê, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, Wezîrê Avakirin û Niştecihbûnê Bangîn Rêkanî û Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdula di civînê de beşdar in.

Her çend biryar e sibe pêncşemê Parlamentoya Iraqê deng li ser projeyasaya budceyê bide, lê li gorî rêziknameya kar divê Komîteya Darayî deng li ser wê bide û piştre ji bo serokatiya parlamentoyê were şandin.

Li gorî zanyariyan jî, hemû madeyên projeyasaya budceyê nehatine bidawî nebûne û dengdan li ser wan nehatiye kirin û heta niha jî projebûdce ji Serokatiya Parlamentoyê re nehatiye şandin.

Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ku hikûmeta niha Mihemed Şiya Sûdanî ava kirine, ji Çarçoveya Hevahengiyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Hevpeymaniya Azim, Siyade, Babiliyon pêk tê.

Fly Erbil Advertisment