Du erdhej li kendava Aydinê û parêzgeha Edeneyê rû dan

Navenda Nûçeyan (K24) – AFADê ragihand ku li Edeneyê bi lerza 4an û li peravên navçeya Kuşadasiya Aydinê erdhejek bi lerza 4.2an rû da.

Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) hatiye dayîn, li navçeya Saimbeylî ya Edeneyê bi lerza 4 erdhejek pêk hat.

Hat diyarkirin ku erdhej 4.85 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Her wiha hat diyarkirin ku di demjimêr 07.42an de li peravên navçeya Kuşadasiya Aydinê erdhejeke bi lerza 4.2an pêk hat.

Hat diyarkirin ku erdheja ku bi qasî 10 kîlometreyan dûrî Kuşadasiyê û 7.52 kîlometre di binê erdê da çêbû.

Fly Erbil Advertisment