Hafize Gaye Erkan wek Seroka Banka Navendî ya Tirkiyê dest bikar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hafize Gaye Erkan ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve, wek Seroka Banka Navendî ya Tirkiyê hat tayînkirin.
Recep Tayyîp Erdogan roja 9ê Hezîrana 2023an, Hafize Gaye Erkan wek Seroka Banka Navendî tayîn kir. Di dîroka Komara Tirkiyê de ev cara yekemîn e ev post ji bo jinekê tê dayîn.
Hafize Gaye Erkan di sala 1982an de jidayik bûye. Li Zanîngeha Bogazîçî beşa Endezyariya Pîşesazî qedandiye. Li Amerîka berdewamî da xwendina û di dîroka Zanîngeha Princeton de, bû yekem xwendekar ku doktoraya xwe di salekê de temam dike.
Hafize Gaye Erkan di nav 40 ciwanên herî çalak ên Amerîka de di rêza yekem de cih girt û di gelek saziyên darayî de postên rêveberiya payebilind girtiye.
Hafize Gaye Erkan doktoraya xwe di endezyariya darayî û matematîka karpêkirî de ji Zanîngeha Princeton wergirtiye û heşt salan wekî Berpirsa Veberhênanê Komapanyaya Ferset Komara kar kir.
Piştî ku Mehmet Şîmşek bû Wezîrê Xezîne û Darayî, di rêveberiya banka navendî de guhertinek çaverêkirî rû da. Erdogan beriya niha gotibû, ew ê siyaseta xwe ya li ser faîzê neguherînin, Lê danîna Mehmet Şîmşek wek Wezîrê Darayî, girîngiya kontrolkirina enflasyonê ya li Tirkiyeyê nîşan dide. Aborînas jî dibêjin, Şîmşek û Hafizd dikarin guhertinên çaverênekirî bikin.