Geştyarên naverast û başûrê Iraqê berê xwe didin havîngehên Zaxoyê
Bi hatina werzê geştûguzariyê û bêhnvedana havînê, havîngehên deverên sînorî yên li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, bi geştyarên naverast û başûrê Iraqê tije bûne.
Zaxo (K24) – Bi hatina werzê geştûguzariyê û bêhnvedana havînê, havîngehên deverên sînorî yên li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, bi geştyarên naverast û başûrê Iraqê tije bûne.
Piştî bûyerên havîna sala borî, Gundê Perexê yê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, ku bûn sedema lawazbûna asta hatina geştyaran bo navçeyê, îsal ji ber encamdana çendîn projeyên xizmetguzarî û dabînkirina aramiya zêdetir ji bo deverê, hejmareke mezin ji geştyaran berê xwe dane seyrangeh û havîngehên Zaxoyê.
Ji bo zêdetir geşepêdana sektora geştyariyê ku devera Zaxoyê, havîngeha gundê Perexê li ser budceyeke taybet a veberhênanê tê nûjenkirin û tê berfirehkirin.
Rêveberê Geştûguzariyê yê Zaxoyê Çiya Emîn ji K24ê re ragihand, li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir xalên ewlehiyê li deverê hatine danîn ji bo zêdetir parastina asayîş û aramiya geştyaran û navçeyên geştyariyê.
Roja 20ê Tîrmeha 2022an, ji ber topbarankirina navçeya geştyariyê ya li gundê Perexê yê li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, 9 kes şehîd bûn û 29 kes jî birîndar bûn, ku hemû geştyarên Ereb ên naverast û başûrê Iraqê bûn.