Rêber Ehmed: Amerîka azadiya li Herêma Kurdistanê bilind dinirxîne

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, civînên wan ên çend rojên borî yên ligel rayedarên Amerîkayê, encamên baş hebûn.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, civînên wan ên çend rojên borî yên ligel rayedarên Amerîkayê, encamên baş hebûn û dibêje, Washington piştgiriya xwe ji bo statuya Herêma Kurdistanê dubare kiriye û ezmûna Herêma Kurdistanê di mijara demokrasî û azadiya fikr û ramanan de bilind nirxandiye.

Îro Sêşemê 13ê Hezîrana 2023an, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di daxuyaniyeke rojnamevanî de encamên serdana xwe ya herdu Wezaretên Berevanî û Derve yên Amerîkayê bi yaweriya şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir û ragihand, civînên wan girîng bûne û encamên wan ên baş hebûne.

Rêber Ehmed diyar kir ku Amerîkayê piştgiriya xwe ji bo statuya Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqeke bihêz de dubare kiriye û got, di civînande ezmûna Herêma Kurdistanê di mijara demokrasî û azadiya fikr û ramanan de bilind hatiye nirxandin.

Herwiha destnîşan kir ku di civînan de behsa aramî û seqamgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye kirin û got: “Parastina Herêma Kurdistanê yek ji babetên herî sereke bû û wek dostekî nêzîk ê hêzên Hevpeymanan ku rûbirûyî terorîstên DAIŞê bûne, dihat temaşekirin. Herwiha rola Pêşmerge û Herêma Kurdistanê di vê çarçoveyê de bilind hat nirxandin.”

Fly Erbil Advertisment