Urdin dronek bi madeyên hişbir barkirî ku ji Sûriyê ve dihat, dixe xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Urdinê ragihand, wê dronek ku bi madeyên hişber barkirî ku ji Sûriyê ve dihat li bakurê Urdinê xiste xwarê. Her wiha got, Urdin rê nade herêma sînor bibe eniya şerê madeyên hişbir ê girêdayî bi Îranê ve.
Şahnişîna Urdinê mîlîşyayên ser bi alîgirê Îranê ve, berpirsê qaçaxçîtiya madeyên hişbir di ser sînorên xwe re bo welatên Kendavê dibîne û dibêje ku yekîneyên artêşa Sûriyê parastina van mîlîşyayan dikin.
Şam dibêje ku ew bi hemû hêza xwe ji bo rêgirtina li qaçaxçîtiyê dike û bizavên xwe ji bo kontrolkirina çeteyên qaçaxçiyan li başûr didomîne.
Zêdebûna hewildanên qaçaxçîtiyê ji sala borî ve, hîşt ku Urdin rêkarên artêşê yên li ser sînor biguherîne û desthilatê bide artêşê ku hêzek mezin bikar bîne.
Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî jî di meha Gulana borî ragihand, eger Sûriye sozên xwe bi cih neke û nikaribe rê li ber derbaskirina madeyên hişbir ber bi Urdin, welatên Kendavê û cîhanê ve rawestîne, dê dest bi operasyoneke leşkerî li hundirê Sûriyê bike.
Karbidestên kontrolkirina madeyên hişbir li welatên rojava dibêjin, Sûriye bûye cihê sereke yê bazirganiya bi milyar dolaran ya madeyên hişbir li herêmê. Her wiha Urdinê jî bûye cihê derbaskirina madeyên hişbir bi taybet “Captagon” ber bi welatên Kendavê.
Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî Miles Gaggins berî çend rojan li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsîbû: “Dirustkirin û bazirganiya madeyên hişbir yên neyasayî û nerwa li Sûriyê salane di navbera 5.7 û 10 milyar dolaran de dixe xezîneya Esed.”