Fraksiyonên Êzidî yên li Parlamentoya Iraqê rexne li budceya avakirina Şingalê digrin
"Nedadperweriyeke mezin li hember Êzdiyan hatiye peyrewkirin."

Hewlêr (K24) – Fraksiyonên Êzidî yên li Parlamentoya Iraqê rexne li budceya avakirina Şingalê digrin û radigihînin ku nedadperweriyeke mezin li hember wan hatiye peyrewkirin.
Serokê Fraksiyona Êzidî ya li Parlamentoya Iraqê Nayif Xelef Sîdo eşkere kiriye, Êzidî pêkhateyeke Iraqê ye, loma nedadperweriyeke mezin li hember wan hatiye peyrewkirin.
Nayif Xelef Sîdo diyar kir, rûberê wêrankariyên li Şingalê gelek mezin e, lê belê di bidceya îsal de tenê nêzîkî 50 milyar dînar hatiye terxankirin, di demekê de ku ji bo nûjenkirina Şingalê pêwîstî bi pereyên zêdetir heye, loma Êzidî wisa hîs dikin ku wek welatiyên pileya çar serederî bi wan re tê kirin.
Rêkeftina Bexda û Hewlêrê, di Cotmeha 2020an de bi navê vegera seqamgîrî û asakirina rewşa bajarokê Şingalê hat îmzekirin û ji sê mîhwerên sereke yên îdarî, ewlehî û avakirinê pêk hatiye, birgeyên wê derketina derve ya hêzên nefermî, proseya avakirinê li Şingalê û qerebûkirina ziyandîtiyan li xwe digre.