Heftemîn Dîdara Mergasorê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Heftemîn Dîdara Mergasorê bi navnîşana (Jîngeh û Pêkvejiyanê li Kurdistan, Devera Barzan Wek Mînak) bi amadebûna hejmarek ji berpirsên hikûmetê, nivîskar û rewşenbîran birêve diçe.
Ev dîdar ku 7 sal in li devera Barzan tê lidarxistin, ji aliyê Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Mêrgasorê û bi hevahengiya Navenda Çandî û Civakî ya Mêrgasorê ve tê lidarxistin.
Di destpêka dîdarê de gotara komîteya amadekar hate xwendin û hate gotin, “Dibe ku hinek kes devera Barzan tenê weke devera şoreş û berxwedanê binasin, ku di dirêjahiya sedsala derbasbûyî de navenda şoreş, berxwedan û xweneçamdina li dijî zulm û stemê bû. Barzan rêbaza wê tijî prensîbên mirovahî ye.”
Qaymeqamê Mêrgasorê Xefûr Ehmed ji bilî bixêrhatina beşdarên dîdarê kir, got ku devera Barzan bûye mînakek mezin ji bo parastina jîngehê û ew li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê, devera herî kesk e. Parastina jîngehê li vê deverê çandek e û dîroka wê vedigere zêdetirî 100 salan.
Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Hemaseîd û Serokê Desteya Jîngehparêziya Herêma Kurdistanê Ebdulrehman Sadiq di panela bi navê “Jîngeh û Pêkvejiyan li Kurdistanê, Devera Barzan wek Mînak” de axivîn.
Di beşeke din a dîdarê de, belgefîlmek li ser sirûşt û jîngeha devera Barzan tê nîşandan û her wiha çend kesên ku di warê çand, perwerde û jîngehê de xizmet kirine, dê werin xelatkirin.