Banka Navendî 400 milyar dînar xiste ser hesabê bankê yê Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ji Banka Navendî ya Iraqê ji K24ê re ragihand, Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 200 milyar dînar wergirt.

Wî jêderî eşkere kir jî, Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja yekşema bê jî 200 milyar dînar werdigire û di heman rojê jî dest bi dabeşkirina mûçeyan dike.

Li gor zanyariyên K24ê, yekşema bê mûçeyên Wezareta Tendirustiyê dê bên dabeşkirin.

Roja 4ê Nîsana 2023an di navbera Hewlêr û Bexdayê de rêkeftinek bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hat îmzekirin.

Li gorî wê rêkeftinê, petrol ji aliyê SOMO ve dê bi rêya bendera Cîhanî ya Tirkiyê re were firotan û dahata wê jî dê bikeve ser hesabê bankeke taybet a di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.

Fly Erbil Advertisment