Spanya li ser hesabê Kirwatyayê nasnavê Lîga Neteweyên Ewropayê bidest xist

Navenda Nûçeyan (K24) – Spanya di fînala çapa sêyem a Lîga Netewên UEFAyê de, Kirwatya bi penaltiyan (5 – 4) têk bir û bû şampiyona vê pêşbirkê.

Şeva borî li Rotterdama Hollandayê, Spanya û Kirwatya di fînala Lîga Netewên UEFAyê de rûbirûyî hevdu bûn û Spanya bi penaltiyan (5 – 4) qazanc kir.

Dema orîjînal û zêde di navbera her du tîman de bê gol bi dawî hat, di lêdanên penaltiyan de jî, ji ber ku Unai Simon, golparêzê Spanyayê, şewq da û du lêdanên penaltiyan girtin, sernavê çapa sêyemîn a Lîga Netewên UEFAyê ji welatê xwe re misoger kir.

Di lîstika rêza sêyemîn de jî, Îtalyayê bi encama (3 – 2) ji Hollanda bir.

Ji sala 2012an ve, ji dema bidestxistina Kûpaya Ewropayê, ev sernava yekem a Spanyayê ye.

Çapa yekem a pêşbirkên Lîga Netewên Ewropî di werzê 2018-2019 de dest pê kiribû û Portugalê li ser hesabê Holandayê (1 - 0) bi ser xist, çapa duyem jî 2020-2021 Fransa li ser hesabê Spanya (2 - 1) bidest xist.