Li Dîlokê bûyera trafîkê: 3 kesan canê xwe ji dest dan

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê barhilgirek, minîbusek û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê barhilgirek, minîbusek û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûn.

Minîbusa ku Mehmet Avşar diajot û plaqeya wê 61 AAY 613 ye, otomobîla ku Bedrettîn Zîdan diajot û plaqeya wê 46 DH 765 e û barhilgira ku navê şofêrê wê nehat zanîn û plaqeya wê 27 AIB 771 e, li ser rêya Mereş-Dîlokê di kîlometreya 15emîn de i hev qelibîn.

Di bûyerê de şofêrê otomobîlê Bedrettîn Zîdan û Îsmaîl Ozdemir û Mehmet Apalak ê ku di otomobîlê de bûn, li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan.

Mehmet Avşar, Îzzet Ozdemir, Okkeş Avşar, Cuma Bozkurt û Nazim Bozkurtê ku di qezayê de birîndar bûn, bi ambulansê rakirin nexweşxaneyên li Dîlokê.

Cenazeyên kesên ku di qezayê de mirin, piştî lêkolînê rakirin morga Saziya Tiba Dadê.