Mesrûr Barzanî razemendî da zêdetir ji 82 milyon dînar bo çûnûhatina xwendekarên Şingalê bê xerckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî li ser xerckirina zêdetir ji 82 milyon dînar ji bo çûnûhatina xwendekarên Şingal û derdora wê da.
Wezareta Perwerdê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî razemendî da ku 82 milyon û 50 hezar dînar ji bo çûnûhatina xwendekarên Şingal û derdora wê were xerckirin ku 745 xwendekarên pola 12. dê ji vê piştgiriya aborî sûdê werbigirin.
Da zanîn jî, 120 hezar dînar ji bo xwendekarên ku hemû ezmûnên xwe li parêzgeha Duhokê dikin, tê xerckirin. Ji xwendekarên ku yek babet yan du babetên wan hebin, 50 hezar dînar ji wan re tê dayîn.
Di destpêka hefteya pêş de dê alîkariya aborî ya serokwezîr bê dayîn.