Mesrûr Barzanî: Sûd û qezencên mezin ên Bendava Bestore ji bo xelkê navçeyê dibe

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, wek beşek ji stratejî û plana Hikûmeta Herêmê ji bo dabînkirina asayişa xurek, biryar dane ku çendîn bendav bi cûreyên cuda li cihên cuda cuda yên Kurdistanê dirust bikin li hemû parêzgeh û navçeyên Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Şemiyê 24ê Hezîrana 2023an, di merasîma danîna kevirê bingehê yê Bendava Bestore ya Hewlêrê de ragihand: “Xweşhal im ku li vir bi we re me ji bo danîna kevirê bingehîn ê Projeya Bendava Bastora, ku bêguman dê sûdeke mezin ji xelkê vê herêmê re bîne. Ez destxweşiyê li kompaniya cîbicîkar dikim û hêvî dikim ku ev proje di dema xwe de û li gorî pîvan û mercên ku berê hatine diyarkirin, were cîbicîkirin.”

Got jî: “Cihê şanaziyê ye, ev bendav bi pisporî û karîna navxweyî hatiye dîzaynkirin û bicihanîn. Ava vê çemê zivistanê ji ber berf û baranê pir e, lê havînê hişk dibe, lewra em di wê baweriyê de ne ku bi cîbicîkirina vê projeyê em dikarin di hemû demsalên salê de, ev bendav tijî av be.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Wek salên borî, Bastora bûye cihê geştyariyê. Em dikarin careke din vejandina vê deverê pêş bixin, da ku careke din ji xelkê vê deverê re, sûd û mifaya be.”

Tekez kir jî: “Sûda herî sereke ku em dikarin ji vê bendavê werbigrin, komkirina avê ye ji bo bikaranîna xwarinê yan jî çandiniyê, lê belê carinan bendavên mezin ji bi mijara enerjiyê dikarin werin bikaranîn, mijara çandiniyê jî bi heman şêwe, ji bo geştyariyê jî, bi taybetî li vê deverê dikarin sûdeke mezin ji bendavên bi vî rengî werbigrin.”

Got jî: “Em dikarin bi çêkirina bendavên wiha alîkariya xelkê vê herêmê bikin ku ji sûdê ji samana masiyan jî werbigirin. Wek beşek ji stratejî û plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina ewlekariya xwarinê, me biryar daye ku li hemû parêzgeh û navçeyên din ên Kurdistanê çend bendavên curbicur bên çêkirin ku xweşbextane hinek ji van bendavan hatine bicihkirin û hinek jî tên bicihkirin. Hin ji wan hatine dîzaynkirin, bername ji bo wan hatine danîn û bi îzna Xwedê dê di paşerojê de bên cibicîkirin.”

Amaje bi wê jî da, “Dema ku temam bibin, ev hemû dikarin ji bo pêşxistina sektora çandiniyê xwedî sûd û girîngiyek mezin bin û wek ku min behs kir, ev bendavên mezin dikarin enerjiyê jî berhem bînin.“

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, “Çêkirina wan bendavan jî dê bandoreke mezin li ser geşepêdana aborî û aramiya aborî bike, ji ber ku av çavkaniyeke aborî û niştimanî ya gelek giring û binirx e û erkê me hemûyan e ku em avê bigirin û îsraf nekin.”

Tekez kir jî: “Çêkirina van bendavan dê bandorek mezin li ser geşepêdana sektora geştiyariyê jî bike. Bi taybetî xelkê van deveran piştî çêkirina bendavê ji bo pêşxistina sektora geştiyariyê, dikarin li vir tiştên baş çêbikin.”

da znaîn jî: “Hin bendavên me yên mezin, sûda wan ne tenê ji bo Kurdistanê ye, belku sûda wan ji bo hemû deverên din yên Iraqê dibe, wek bendavên Dûkan û Derbendîxan. Ji ber vê yekê em hêvî dikin ku Hikûmeta Federal alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike ji bo nûjenkirina van bendavan, an jî di çêkirina bendavên nû yên ku di bernameya me de ne.

Fly Erbil Advertisment