Şandeke hikûmeta Iraqê ji bo berdana ava çemê Firatê li Tirkiyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê ragihand, şandeke hikûmetê ji bo gotûbêjkirina şandina ava zêdetir a çemê Firatê bo Iraqê, li Tirkiyê ye.
Rêveberê Giştî yê Projeyên Avdanî û Çaksaziyê Xalid Şemal ji ajansa Nûçeyan a Iraqê re ragihand, şandeke teknîkî ya Iraqê çend roj in ji bo gotûbêjkirina pirsa avê, li Tirkiyê ye.
Da zanîn jî: “Rewşa çemê Firatê dijwar û aloz e. Divê Tirkiye û Sûriye ava çemê Firatê berdin.”
Wî got ku dosyaya avê yek ji karên pêşîn ên hikûmeta Îraqî ye, ji ber ku ku av bandorê li jiyana welatiyan bike.
Bexdayê di Adara borî de bang li Enqerê kiribû ku para Iraqê ji ava çemên Dîcle û Firatê garantî bike.