YNK û PDK ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkan dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îro şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê bicivin û rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj bikin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, civîn dê li baregeha Polîtboruya YNKê li Hewlêrê be, hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê, pêwendiyên YNK û PDKê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî dê mijarên sereke yên civînê bin.

Berdevkê YNKê Soran Cemal Tahir ji K24ê re ragihand, şanda PDK û YNKê dê îro li baregeha Polîtburoya YNKê li Hewlêrê bicivin û di civînê de rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, pirsgirêkan û danîna bernameyeke çareseriyê li ser bingeha têgihiştin û lihevkirinê dê werin gotûbêjkirin.

Berdevkê YNKê da zanîn, di mijareke din a hevdîtinê de dê behsa giringiya pêwendiyên her du aliyan were kirin.

Dawî civîna herdu polîtburoyên PDK û YNKê roja 21.05.2023ê bû û herdu aliyan pirsa lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, sererastkirina yasaya hilbijartinan û pirsa koda pêkhaeyan gotûbêj kirin.

Piştî destpêşxeriya Serok Barzanî ya di 11.05.2023ê de ji bo guftûgokirin û yekxistina navmala Kurdî, civîn û danûstandinên di navbera partiyan bi taybetî YNK û PDKê hatin kirin, ji bo di zûtirîn dem de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê were lidarxistin. Di vê çarçoveyê de, roja Înê (19.05.2023) herdu dezgehên hilbijartinan yên PDK û YNKê civiyan.