Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Serokwezîrê Yûnanistanê dike
Bi boneya cardin hilbijartina wek Serokwezîrê Yûnanistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Kyriakos Mitsotakis dike.

Hewlêr (K24) – Bi boneya cardin hilbijartina wek Serokwezîrê Yûnanistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Kyriakos Mitsotakis dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya Twitterê ragihand: “Ez pîrozbahiyê li Kyriakos Mitsotakis dikim bi boneya cardin hilbijartina wî wek Serokwezîrê Yûnanistanê.
Mesrûr Barzanî eşkere kiriye: “Ez bi dilxweşî çaverêya bihêzkirina dostanî û pêwendiyan dikim, bi taybetî di warên bazirganî, veberhênan û hevbeşîkirina zanyariyan de.”
Li gor encamên destpêkê, di hilbijartinên giştî yên Yûnanistanê de, Partiya Demokrasiya Nû ya bi serokatiya Kyriakos Mitsotakis, serokwezîrê berê yê wî welatî, kariye zêdetirî ji sedî 44ê dengan misoger bike.