Balyozê YE yê li Iraqê: Di pêwendiyên Bexda û Hewlêrê de pêşveçûneke baş heye

Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê Ville Varjola ragihand, pêşveçûneke baş di pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêrê de heye. Herwiha hişyariyê dide "hebûna çekan li derveyî desthilata dewletê jî cûreyek ji gendeliyê ye".

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê Ville Varjola ragihand, pêşveçûneke baş di pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêrê de heye. Herwiha hişyariyê dide "hebûna çekan li derveyî desthilata dewletê jî cûreyek ji gendeliyê ye".

Ville Varjola ji malpera El Erebî El Cedîd re eşkere kiriye, Iraq rûbirûyî çendîn astengiyên wek gendeliya îdarî bûye, ku pêwîstiya wê bi encamdana çaksaziyên berfireh heye, herwiha hişyariyê dide "hebûna çekan li derveyî desthilata dewletê jî cûreyek ji gendeliyê ye".

Varjola diyar kiriye: “Pêşveçûneke baş di pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêrê de heye, em hêvîdar in ku bibe sedema pesendkirina yasaya petrol û gazê ji bo dabeşkirina dadperwerane ya serwet û samanan li welat.”

Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê di wê baweriyê de ye ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi destpêkeke baş dest pê kiriye û karên hikûmeta wî erênî dibîne, herwiha dibêje, “daxwaza çaksaziyê di sîstema dijî gendeliyê de heye û piştevaniya parlamentoyê jî ligel wî ye, ev jî wisa dike ku hikûmet bikare tiştê ku soz daye cîbicî bike”.

Fly Erbil Advertisment