Wezîrê Derve yê Iraqê gihişte Londonê
Fuad Husên dê ligel rayedarên bilind ên Brîtanyayê li ser pêşvebirina pêwendiyên siyasî û bihêzkirina hevahengiyên aborî yên navbera herdu aliyan gotûbêj bike
Hewlêr (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên gihişte Londonê û dê ligel rayedarên bilind ên Brîtanyayê li ser pêşvebirina pêwendiyên siyasî û bihêzkirina hevahengiyên aborî yên navbera herdu aliyan gotûbêj bike.
Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, Fuad Husên gihîştiye Londona paytexta Brîtanyayê, di du rojên bê de dê ligel Wezîrê Derve yê Brîtanyayê û herwiha Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Koçberan û Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Ewlehiyê û Wezîrê Navxwe yê Brîtanyayê bicive.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên dê ligel Serokê Lijneya Pêwendiyên Derve û Serokê Lijneya Berevaniyê li Parlamentiya Brîtanyayê û hejmarek partiyên siyasî bicive.
Iraq û Brîtanya xwedî belgenameyeke stratejîk a demdirêj in ku di sala 2021ê de li Bexdayê hat îmzekirin, ku wê demê Dominic Raab Wezîrê Derve yê Brîtanyayê bû, ligel Fuad Husên ew belgename îmze kir.