Şîmşek: Ji bo îmzekirina peymanên berfireh Erdogan bi niyaz e serdana Îmaratê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek ragihand, Serokomarê Tirkiyê bi niyaz e ku ji bo îmzekirina peymanên berfireh serdana Îmaratê bike.

Mehmet Şîmşek piştî civîna kabîneyê ji medyaya Tirkiyê re eşkere kir, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî Lûtkeya NATOyê ku biryar e di 11 û 12ê Tirmehê de birêve biçe, dê serdana Îmaratê bike.

Li gor daxuyaniya Şîmeşek, dê di navbera her du welatan de çend peymanên giştgîr werin îmzekirin.

Şîmşek eşkere kir ku hevahengî bi rêya wezareta wî tê kirin û da zanîn ku wan pêşkeftinên mezin di karê teknîkî yên ji bo îmzekirina peymanan de hene.

Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayid Al Nahyan roja Pêncşema borî 29ê Hezîranê pêşwazî li Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz kiribû û rêyên pêşxistina hevkarî û çalakiyên hevbeş di navbera Îmarat û Tirkiyê de gotûbêj kirin.

Fly Erbil Advertisment