Li deşta Geverê dema giyadirûnê dest pê kiriye

Welatî bi alîkariya makîneyan û tirpanan giyayan didûrin û bi vî giyayî 6 mehan pez û dewarên xwe alif dikin.

Colemêrg (K24) - Li deşta Gever a Colemêrgê welatiyan dest bi dirûtina giyayan kirine. Welatî bi alîkariya makîneyan û tirpanan giyayan didûrin û bi vî giyayî 6 mehan pez û dewarên xwe alif dikin.  Welatî dibêjin; îsal baran dereng bariya û li gorî salek berê giya kêmtir e.

Deşta Geverê li bilindahîya 2 hezar metre ye û li vê deştê 200 hezar donim cotkarî tê kirin. Cotkariya genim, ceh û nîsk jî tê kirin lêbelê zêdetir cotkariya giyayê once tê kirin. Li destpêka tîrmehê welatî dest bi dirûtina giyayê once dikin. Welatî dibêjin; îsal li deşta Geverê baran dereng bariya û li gorî salek berê giya kêmtir e.

Cotkar Hecî Mumtaz Koca ji K24ê re diyar kir: “Em li destpêkê van zeviyan cot dikin. Dûv re em tovê onceyê lê direşînin. Piştî hingê em du-sê caran av didin û once tê dirûnê. Em paleyan digrin û didûrin. Zivistan gelek dijwar e, du metre, du metre û nîv berf dibare. Em giyayî dibin jûr ve û heta biharê rêncberekê digrin.”

Pezê welatiyan vê dema salê li zozanan tên çêrandin. Lê welatî ji bo pez û dewarên xwe amadekariya alifê zivistanê dikin. Li Geverê zivistan nêzîkî 6 mehan berdewam dike. Berê li deşta Geverê gelek tirpankêş hebûn û heta ji bajarên cûda tirpankêş dihatin deşta Geverê. Lêbelê niha êdî bi makîneyan giya zûtir tê dirûn û ji aliyê paleyan ve tê komkirin.

Pale Burhan Metîn ji K24ê re diyar kir: “Em vî giyayî didirûn û giyayê zêde difiroşin. Li vê herêmê gelek berf dibare, ew kesê ku giya nebe perîşan dibe.”

Cotkar Ridvan Aytaş jî dibêje: “Jiyana me li ser giya û pez e. Pez niha li zozanan e. Em giyayî didûrin, avdaniyê dikin, pala werdigrin. Traktor giya didirû. Îsal av kêm e. Hişkesalî ye. Em vî giyayî dikin texe û girê didin û bo zivistanê amade dikin. Zivistana me zor û zehmet e.”

Piştî ku welatî vî giyayî didirûn derdora 10-15 rojan li ber tavê dihêlin. Dema ku ev giya hişk dibe vediguhêzin malê û li mala di her şeş mehên zivistanê de pê pez û dewarên xwe xwedî dikin. 

Fly Erbil Advertisment