Serokomarê Iraqê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê civiyan

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û şandeke Wezareta Derve ya Îranê bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê bo Karûbarên Siyasî Elî Baqirî Kenî civiyan.

Hewlêr (K24) – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û şandeke Wezareta Derve ya Îranê bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê bo Karûbarên Siyasî Elî Baqirî Kenî civiyan.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokomarê Iraqê, Letîf Reşîd di civînê de tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên navbera Bexda û Tehranê kiriye, ku dibe sedema pêşveçûna berjwendiyên hevbeş ên gelên navçeyê û pêşvebirina hevkariya di warê enerjî û bazirganiyê de.

Herwiha Serokomarê Iraqê spasiya Komara Îslamî ya Îranê kiriye ji bo helwest û piştevanîkirina li Iraqê û girîngiya hevahengî û hevkariya navbera herdu welatên cîran li ser mijarên hevbeş, dubare kiriye.

Letîf Reşîd bal kişandiye ser vebûna Îranê bi rûyê welatên navçeyê û asayîkirina pêwendiyên xwe yên ligel Erebistana Siûdî û wek sedemeke erênî ji bo bercestekirina asayîş û aramiyê wesf kiriye.

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê bo Karûbarên Siyasî Elî Baqirî Kenî tekezî li girîngiya pêşvebirina pêwendiyên navbera Iraq û Îranê kiriye û bi arasteya berfirehkirina asoya alîkariyan bi şêweyek ku xizmeta berjewendiyên hevbeş ên herdu welatan bike.