Alan Heme Seîd: Roleke girîng a piştevaniya Serokwezîr di serxistina proseya xwendinê de hebû

Mûsa Ehmed: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo xwendekarên ku bavê xwe ji dest dane, hewl dide ku rola bav bilîze.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Perwerdehiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, proseya ezmûnên îsal gelek serkeftî birêve çû û got: “Piştevaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roleke girîng di serxistina proseya xwendinê de lîst.” Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî ragihand, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo xizmeta warê perwerdehiyê hemû hewlên xwe dide.

Wezîrê Perwerdehiyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd û Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed beşdarî bernameya Basî Roj a Kurdistan24ê bûn û Wezîrê Perwerdehiyê ragihand, îsal li gor salên berê, proseya ezmûnan bi awayekî serkeftî birêve çû, hevahengiyeke gelek baş di navbera saziyên hikûmetê de ji bo piştevanîkirin û serxistina proseya xwendina îsal hebû.

Alan Heme Seîd eşkere kir ku îsal teknolojî û teknîkên pêşketî bi kar anîne ji bo îdarekirina şêwaza pirsyaran, da ku bikarin dadperweriyê peyrew bikin û nehêlin mafê ti xwendekarek ji dest biçe.

Wezîrê Perwerdehiyê Alan Heme Seîd tekezî li piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serxistina proseya xwendinê de kir û got: “Rojek beriya destpêkirina ezmûnan, cenabê wî bi me re civînek saz kir û piştevaniya xwe temam ji bo proseyê ragihand.”

Herwiha eşkere kir ku her sal Serokwezîr piştevaniya darayî pêşkêşî xwendekarên Şingalê dike, da ku bikarin li parêzgeha Duhokê beşdarî ezmûnan bibin, ku hejmara wan 745 xwendekar bû.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed ragihand, ji destpêka damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve Serok Barzanî gotiye, divê hemû hewldanên xwe bidin ji bo xizmetkirina warê perwerdehiyê.

Li ser Projeya Azîzan, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî diyar kir, Projeya Azîzan di sala 2011an de bi amadebûb û serperiştiya Mesrûr Barzanî ve dest pê kiriye, di projeyê de piştevaniya xwendekaran dikin, da ku perwerdehiya xwe bidomînin û piştî ku di ezmûnan de bi ser dikevin, xelata rêzgirtinê dibexşînin, kelûpelên perwerdehiyê ji bo wan dikirrin, herwiha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo xwendekarên ku bavê xwe ji dest dane, hewl dide ku rola bav bilîze.

Fly Erbil Advertisment