Kampa Lavrîonê ya li Yûnanistanê hat valakirin

Hêzên asayîşa Yûnanistanê Kampa Lavrîonê vala kirin û zêdetir ji 50 penaber ji kampê hatine derxistin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên asayîşa Yûnanistanê Kampa Lavrîonê vala kirin û zêdetir ji 50 penaber ji kampê hatine derxistin.

Li gor zanyariyan, îro hêzên asayîşa Yûnanistanê avêtine ser Kampa Lavrîonê ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve wek bingehekê PKKê tê naskirin, di encama opersyonê de zêdetir 50  penaber ji wê kampê hatine derxistin û bo kampên din ên wî welatî hatine şandin.

Kampa Lavrîonê di sala 1947ê de hatibû avakirin û hikûmeta Yûnanistanê di meha Nîsanê de biryara girtina kampê dabû.

Kampa Lavrîonê ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve wekî bingehekê PKKê tê naskirin û Enqere ji ber wê kampê gelek caran rexne li Atînayê digirt.